Endamȇ Hevbendiya Niștimanȋ Șelal Gedo tekez kir ku helwesta Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ derbarȇ rȇkeftina Dihokȇ ȗ tiștȇn jȇ derketin mȋna Lȇvegera Siyasȋ , hêmin û babetî ye.
Gedo bal kișand ku Hevbendiyê hewl dida ȗ hȋn dide ku Hevrikiya Sȗrȋ bi hemȗ pȇkhatiyȇn xwe yȇn netewî,oldarî, siyasȋ, ȗ civakȋ yekrȇz be, ta ku bikaribe di riwȇ rejȋma zordar de raweste.
Gedo got: ” Hevbendȋ her car biryara çareserkirina pirsgirȇka Kurdȋ li gor belgeya hevbeș di navbera wê ȗ Encumena Niștimanȋ Kurdȋ hatiye imzekirin tekez dike, tev ku hindek zêdegavî li vir ȗ wir yan daxuyaniyȇn ne fermȋ ji hin endamȇn Hevbendiyȇ derveyȋ mijara belgeya destnȋșankirȋ hene”.
Derbarȇ xala dagirtina cihȇ Cȋgirȇ Serokȇ Hevbendiyȇ ku ji para kutla Kurdȋ ye, endamȇ Hevbendiyȇ diyar kir ku ev tișt ne di destê kutla Kurdȋ de ye, ew bi Encumena Niștiman ya Kurd ȗ Emaneta wî ya Giștȋ ve girȇdayȋ ye, ew e ya ku wê kesayetek guncayî bo girtina vȋ cihȋ helbijêre, berȋ civȋna desteya giștȋ ku wȇ di dawiya meha Avdarȇ de lidar bikeve.
Jȇder: Hevbendȋ – Adarpress