Serokê Hikûmeta Sûrî Ya Demkî Ehmed Tuʾima tekez kir ku divê hikûmeta wî ” Roleke mezin jê re di rêvebiriya deverên ne di bin destê Esed de hebe, divê em dest bi karê xizmetguzariyê bo xelkê bikin, û divê jêdera wê alîkariyê Hikûmeta Demkî be ne rejîma Esed be, û xelk vê yekê dixwazin”. Tuʾima tirsa xwe diyar kir ku pilana şanderê navdewletî bo Sûrî Stîvan Dî Mistora wek şûngira devera aram be ya ku Tirkya ew pêşinyar kiribû, destnîşan kir ku Heleb rewşeke wê ya herêmî heye û bi hêsanî narûxe.
Tuʾima di hevpeyvînekê bi rojnameya ” Elerebî Elcedîd ” re got: ” Bo me despêşxerî bi sê xalan ve girêdayî ye, ya yekem bi tiştê ku binavê destpêşya Dî Mistora tê binavkirin, hîn ramaneke, û nebûye destpêşî yan pilan, ji ber ku tu hûrkarî tê de tune ne. xala Duyem ji destpêşiyê cihê tirsê ye ji hêla me ve ji ber ku Destpêşiya Dî Mistora bi pêşinyara Tirkî re hat ku bi devera aram ve girêdayî ye, em ditirsin ev pêşinyara ne tekûz di dewsa devera aram de be, em hewl didin çareyan ji van tirsan re bibînin, em dixwazin bersivin zelal li cem me hebin ku em karibin di riya wan re li ser vê destpêşiyê bêjin erê yan na. Xala Sêyem bi qedexekirina firînê ve girêdayî ye”.
Tuʾima zêde kir: ” Di hevdîtina me ya bûrî de bi şanderê navdewletî re, pêşinyar kir ku dibe ku hejmara penagehan li Sûrî mezin be, û eger ev penageh pêk bên, wê qedexekirina firînê bi awayekî otomatîkî pêk were, û di encamê de em ê sûdê ji sivikirina bumbebarankirina azmanî bi bermîlên teqîner û sarûxan bigrin”.
Di derbarê tevgera Rûsî de Tuʾima got: ” Rûsya bi dosya Sûrî têkildar e, ji ber ew di wêrankirina Sûrî de beşdar bû, û di riya alîkariya Esed re ew berpirsyariya yekser hildigre, ji ber sê biryar di hindirê encumena ewlekariyê de rawestandin. Herweha ji ber ew dixwaze rewşeke navdewletî destnîşankirî biçesipîne, ku hindek destkeftî li deverin dî bidest bixe, himberî ajotina hindek xal di doseyin dî de, û ez hîn bi hêvî me ku Rûs helwesta xwe di bin siya pêşketinên dawî de biguherin, bi taybet di bin siya kirîza bînçikên ya ku rejîm di bin bandora wê de ye ji aliê darayî ve, ev yek di riya xwestina wî ji deynekî bi Milyar dolarî re ji rûsiya diyar bû. Guman dikim ku derfetên mana Esed ji berî niha lawaztir bûne, herweha ketina dosya Newewî yê Iranê di rewşeke teng de ye, di dawyê de ji Rûsan jî têxwestin ku çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re deynin”