Wezareta Rewşenbîrî û Malbatê, giringiya “Destpêkirina Rêvebiriya Xortan û Werzişê” di Wezaretê de tekez kir,her wiha got:”Di dema dahatî de em dê Navendên Werzişê vejînin û dubare bikar bînin li bajarên ko li derveyî Desthilata Rêjîma Alesed in, û hevgirêdanan di nav deste û bend û Yekîtiyên werzişî li hundir û derveyî Sûriyê çêkin, û karên wan rêkxistin bikin, û danûstandinê bi Dewletan re bikin ji bo gotûbêjkirina nûnerîtiya Sûriyê di Olompiyatan de.
Wezaretê berdewam kir û got: yek ji karên vê rêvebiryê ew e : “Şopandina Lîstikvanên pîşpîşe û pêkanîna hewcedariyên wan li gora karînên heyî ”
Wezaretê da xuyakirin ko: “Rêveberî hêj di rojên xwe yên pêşî de ye û li ser komîteke rawêjkarî pal dide, çarçove û listeyan û çalakî û karan yekser rêkxistin dike di riya Wezaretê re.”
Herweha rêveberiyê bang li hemû çarçoveyên werzişê kir da peywendiyê bi Navenda Serekî re ji baregeha wezaretê di Desthilata Demkî de bike, ji bo pêkanîna bingehine ronîkirinên durist, da alîkariyê di dabînkirina pêdewîstiyan de bike, li gor karînên heyî.
Wezareta Rewşenbîriyê û Karûbarên Malbatê Rêveberiya Xortan û Werzişê bidestpêkirin da, bi stratîciyeke xuyanî ji bo bihevgihandina Werzişvanan û bidestxistina pejirandina Navnetwî ya Olompî, ji bo nûnerîtiya Sûriya Azad di boneyên Werzişî yên Erebî û Herêmî û Navnetewî de bike.
Rêveberî bi hemû Deste û Yekîtî û Hevgirtinên Werzişî yên Niştimanî Sûrî yên ko beşdar bûne û dibin di avakirina Sûriya nû de, hevkariyê dike.
Jêder: Hevbendî