Li bajarê Harim ser bi gundewarê Idlibê ve, 10 sivîl şehîd bûn û bidehên birîndar bûn û yên birînên wan giran hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî, ji encama êrîşên firokên şer yên hêza Esed li ser bajêr bi avêtina bermîlên teqîner. Herwiha ji egera gulebarankirina gundê Mir´iyan li gundewarê Idlibê bi çekên giran yên hêza Esed, du kes şehîd bûn û hin dî birîndar ketin. Hevdem pêre herdu bajarokên Elhibît û Medaya rastî êrîşên balefirên şer yên Esed hatin û ji encama avêtina bermîlên teqîner hin kes birîndar ketin û hin xaniyên nişteciyan hatin wêran kirin.
Jêder: Hevbendî + Komîteyên hemahengiyê) )