Toreya Sûrî ya mafê mirovan tekez kir ko Tebaxa buhûrî 243 Girtî bi êşkenceyê di zindanên esed de şehîd ketin.
Toreyê di raporta îro de destnîşan kir ko: Hejmara qurbaniyên êşkenceyê gihaye 5281 kesan di nav wan de 94 Zarok û 32 Jin hene.”
Û weha pêde çû: “Kuştina bi êşkenceyê ji sala 2011an ve berdewam e, û ev nîşana tundûtûjiya rêbazkirî ye ya ku rijêm li dijî girtiyan bikar tîne.”
Hêjayî gotinê ye ko Rûniştineke guhdarî kirinê ya vekirî li Waşitonê Tîrmeha buhûrî li pêş Komîta Peywendiyên Navnetewî ya Kongirêsê Emerîkî lidar ket, bi amadebûna 25 Cîgirên Emerîkî, di wê rûniştinê de dîdevaniya “Elqeyser” yê ji Rêjîma Esed cudabûyî ye hat pêşkêş kirin. Elqeyser salixa kuştina girtiyan bi hemû awayê êşkenceyê û birçîkirinê da.”
Îmad Reşîd Serokê Nivîsgeha Siyasî ya “Şepêla Niştimanî Sûrî” di hevdîtineke taybet de ya bi Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê re da xuyakirin ko: “Rûniştinê kêşeyine giring gotûbêj kirin a yekem: Rawestandina operasiyonên êşkenceyê yên ko Rêjîm li dijî Girtiyan bikar tîne, bi taybet 150 hezar Girtî di zindanên Rêjîmê de hene gefa heman çarenivîsê li wan heye. Kêşeya duyem ko Esed di şerê dijî tiroristiyê de ne şirîk e lê belê ew Tiroristê yekem e û şirîkê Tiroristan e.”
Jêder: Hevbedî+Toreya Sûrî ya mafê mirovan