Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesir Elherîrî daxwaz ji Civaka Navnetewî kir ko bi lezûbez tevbigerin da operasiyonên Rêjîmê yên li ser Taxa Cober pêk tîne birawestînin, û Sivîlan rizgar bikin û operasiyonên wêrankirinê yên rêbazkirî birawestînin.
Û destnîşan kir ko Hêzên Esed “Cûreyekî nû ji çekên wêrankirinê bikar anîne ew jî Mûşekên Peraşotî ne, guman dibe ko ji Çiyayê Qasiyûn bi bal Cober de tavêjin.” Ew êrîş li pey çend hewldanan hat ko Hêzên Esed xwestin têkevin Cobera Şamî, taxa ko ji du salan ve dorpêçkirî ye.
Jêder: Hevbendî