Li êvariya îro, tirombêleka mînrêjkirî li bajarê Dûma teqiya, li nêzik xestexaneya Elyeman ya pizêşkî, û di yekemîn serjimêriyê de, 11 sivîl şehîd bûne, û hin jin û hin zarok jî di nav wan de hene, ku karên lêgeryan û hawarhatinê berdewamin. û ew navçeya teqîn lê rûdayî mîna bazargehekî giştî ye ji ber pirbûna ekinciyan. hevdem, di navbera hêzên Beşar Elesed û Artêşa Sûriya azad de şer berdewame li ser aniya Elmilêha li Xota Şerqî de, digel bombebaraneka esmaniya dijwar li ser bajar û dorubarên wê ji firokên Elesed. Herwiha firokên rêjîmê bermîlên teqîner avêtin li ser herdu bajarokên Zibdin û Xan Elşîh li gundewarê Şamê, û avahiyên taxên bajarê Elzebedanê li Qelemon, hat topbaran kirin bi top û hewin û tenkên rêjîma Elesed. û li başûrê Şamê, şer di navbera Artêşa Sûriya Azad û rêxistina Daiş de berdewamin, û jimareyek kuştî û birîndar ji herdu aliya ketine.
Jêder:(Hevbendî+komîteyên hevrêzan+Semart).