Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî, Nûra Alemîr Kurtvîdyo ya ko zarokekî Şî´iy Zarokekî Sûrî eşkence dike, bi dehfdan û sorkirina malbata wî, dema ew Zarok li mala xwe girtibûn, şermezar kir, û ew reftar bi kina-kor salixda, ew kîna ku siyaseta Esed û Nesrullah ji rê biriye, her weha ew dît wek pirîska ko dixwazin Herêm pê bişewitînin û çixêza berberiyê firehtir bibe”
Alemîr di hevpeyivîneke taybet, ko Nivîsgeha Hevbendiyê pê re kiribû, ew kirde rexne kir û got: “Bikaranîna Zaroktiyê ji bo geşkirina Çanda regezperetiyê ya ko Beşar û hevalbendê wî Nesrullahê tirorist bikar tînin da planên xwe yên siyasî bicih bînin. ”
Ew karekî tiroristî yê kirêt e, û nayê pejirandin, armanc jê ewe ko Herêmê li ser têgihana regezperestî vêxînin. Û wek evan kirdeyan ne reftara Zarokine rêder in û ne reftareke gelî ye, wek ko Navgînên Ragihandinê belav dikin.
Belê ew reftareke siyasî rasteqîne ye, ew kurtevîdyo reftareke rêbazkirî ye, amanc jê têkçûna Yekîtiya Niştimaniya Libnanî ye,û ji aliyekî din têkçûna Yekîtiya Netewî û olî li Herêma Rojhilata Erebî .
Hem jî Alemîr ji pêkhatiyên Civaka Libnanî û Sûrî doz kir”ko dûrkevin ji nakokî û karên regezperest ewên ko Hizbullah dixwaze, ew kiryarana dê bandora xwe li Yekîtiya Libnanê bike û berberiyê kûrtir bike, û wê bobelatan bi ser Herêmê tevî de bîne,dibe ku xweşiyeke demikî ji diktatoran re bîne”.
Cîgira Serokê Hevbendiyê bal kêşand ser mijarê û got: Tevdana evan gerînekên Civakî di navbera Civaka Libnanî de ji aliyekî ve û berên Olî de ji aliyekî din ve, dide xuyakirin ko aramiya Gelê Sûrî û Libnanî ji Hizbullah re negiring e, û di destê Rêjîma Îranê de, tenê ew destik e,da Îran dest deyne ser Herêma rojhilat ya Erebî bi tavayî, di riya kaxezên xwe yên çandî û regezperestî.
Alemîr ji rêkxistina Navnetewî UNISEF xwest : “ Pêdiviya rawestandina yekser û di cih de ji bikaranîna Aliyên Siyasî ji Zarokan re wek kaxeteke fişarê ji bo propagende û reklama xwe ya siyasî, û pêwîstiya dûrkirina wan ji meydanên tîrorê ,ew tîrora ko Alesed û hevalbendên wî ew li Herêmê çêkirine”
Di dawiya gotina xwe de Alemîr daxwaz ji Desthilata Libnanî kir “vekirina vekolîneke yekser bi malbata Abas re û bi malbata Xalid re û li wan guhdarî bikin,da nas bikin bê kî li pey çêkirina van vîdyoyên tiroristî ne ,û çerçuvekirina vê kurtevîdyoyê bi malbatekê an xortina, kurtkirin û mijdana ser kêşeyê ye, û divê Desthilata Libnanê û Rêkxistinên cîhanî çavdêriyê li vekolînê bikin da bizanin ji bo çi?û çima? Ev vîdyo hat belavkirin,û ev kar piştguh nebe û nebêjin ko ew karê zarokine rêder in”
Jêder: Hevbendî