Firokên şer yên hêzên Esed 23 êrîşên asîmanî birin li ser parêzgeha Reqa di encama wan êrîşan de 11 kesên Sivîl hatin şehîd kirin û bêhtir ji 20 birîndaran ketin û hijmareke mezin ji welatiyan koçbe bûn. Hat zanîn ku firokên Esed 14 êrîş birin ser bajarê Reqa ku avahiya Dadgeha Leşkerî rastî 6 êrîşan hat û pêşiya avahiya Rêvebirya Parêzgehê û avahiya Çavdêriyê Û Lêgerînê û avahiya asayişa Siyasî û derdora Nexweşxaneya Pizêşkî Ya Nûjen û keraca bolmanan û Navenda Rewşenbîrî jî rastî heman êrîşan hatin. herweha 9 êrîşên din li ser bajarê Eltepqa û gundewarê wê çêbûn.
Jêder: Hevbendî