Di bombebaranekê bi Bermîlên Teqîner yên ko Hilîkopterên Rêjîma Beşar Esed avêtin ser bajarê Telbîsê li gundewarê Humisê, 16 Sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn. Herweha Alayên Şoreşgeran bersiva vê kuştarê dan, bi armanckirina hin cîgehên Hêzên Esed li Herêma Elzehra û Ermen.
Lê Hêzên Rêjîmê berdewam bûn di topbarana bi Tangan û Şeşarên giran li ser Taxa Elwe´ir li Humsê, tev ko rewşa hêminiyê li bajêr ragihandibûn.
Û li Hemayê jî, 5 Sivîlan, 3 zarok di nav wan de hebûn jiyana xwe ji dest dan, û hinên din jî ji encama topbarandina topan li ser Bajarokê Tirêmsê yê ji gundên rojava birîndar bûn. Di pêvajoyeke din de, Navenda Hemayê ya Ragihandinê got ko Xwepêşindanin girse li bajarê Miherdê yê alîgirê Esed derketin, jê dixwestin ko hêzên xwe vekişîne û jiyanê li bajêr vegerîne û Şbîhên xwe dûr bike.
ev xwepêşindan çê bûn piştî ko Şoreşgeran leşkergehek li Dêr Miherdê li hundirê bajêr bi zêdeyî 40 guleyên Topan û bi 12 mûşekên Girad amanc kirin, di encamê de Efserê serperiştê leşkergehê bi pileya Muqedem û hindek leşker hatin kuştin û hinek Tang jî têk birin.
Heman Jêderî got ko Firokên Esed êrîşên xwe birin ser gund û bajarokên derdora Hemayê,ku bêtir ji 20 êrîşên asîmanî birin ser Kefer Zêta û Morik û Letaminê.
Jêder: Hevbendî+Acans