2378 kes di heyva Remezanê de hatin kuştin, ji wan 1440 kes ku li ser destê hêza Esed hatine kuştin li gor Tora Sûrî Ya Mafên Mirovan ya ku têperiyên mafên mirovan û hejmara qurbanî û girtiyan li Sûryê belge dike. Tora navhatî dazanîn di raporta xwe de ya duhî hatî weşandin, ku di nav kuştiyan de 234 zarok hene, bi rêjeya 9 zarok rojane. û jimara kuştiyên di bin eşkecê de nekêmî 142 kesan e, bi rêjeya 5 kes rojane. û di raportê de hatiye ku:”rêjeya jin û zarokan 25% ji jimara kuştiyên sivîl e, û ev bi xwe nîşanek eşkeraye ku hêzên hikûmetê sivîlan bi mebest arman dike”, û xuya kir ” ku nêzîkî 433 şervan hatine kuştin di operasyonên gulebarandin û pevçûnan de”.û Tora navborî kuştina 62 sivîlan belge kirye û di nav wan de 13 zarok û 8 jin û rojnamevanek li ser destên çekdarên rêxistina Daiş ya Esed piştgiriya wê dike, û nekêmî 221 şervanên artyêşa azad hatine kuştin di şer û pevçûnan de û di kiryarên bidarvekirina dîl û girtiyan de, û amaje bi kuştina 117 kesan kir ku li ser destên hin çekdarên din hatine kuştin.
Jêder: Hevbendî