Îro li bajarê Reqayê ji encama êrîşeka asmanî ya firokên Esed li ser “Nanxaneyên Elendelus” li şeqama Til Ebeyd li navenda bajêr komelkujiyek pêk hat, ku têde 24 kesan jiyana xwe jidest dan, di nav wan de 8 kes ji yek xêzanê, û hêjî hejmara qurbaniyan di zêdebûnê de ye ji egera hebûna hejmareke mezin ji otombêl û termên şewitî, û têzanîn ku nexweşxaneya niştimanî bangewazî li xelkên bajêr kir bo xwîn bexşînê û ji hemû coreyên xwînê ji ber hebûna hejmareke mezin ji birîndaran û li gor çavkaniyên ajansa Semart ku rewşa tenduristî ya gelek birîndaran xerabe. Têzanîn ku rêjîma Esed gelek êrîşên asîmanî li ser taxên Reqayê pêk tîne, êrîşan taxa Elbeyatira û navçeya Elder´iya û Elsewami´h û Elfirosiya û avahiya perwerdeyê û ya genim ya ku bûye navenda rêxistina DAIŞ ya terorist armanc kirin, bê zanîna nûçeyên ziyanên van êrîşan, herwiha derdora serbazgeha Eltela´h û sentera elektrîkê ya serekî li bakurî bajêr rastî êrîşên firokên Esed hatin. hevdem bû ku firokên Esed hin êrîşên bê ziyan encamp dan li ser hin pêgehên rêxistina DAIŞê li hin taxên Dêrazorê, herwiha li bajarê Elmeyadîn kesek şehîd bû û hinên dîtir birîndar bûn ji encama êrîşeka asmanî. Herwiha Tora Semart ragihand, ku duhî bajarokê Kesra li rojavayî Derazorê rastî êrîşekê hat ku di encamê de jinekê jiyana xwe jidest da û hin zarok birîndar bûn,û hatin veguhestin bo çareseriya nojdarî bo nexweşxaneyeka meydanî ya li heman navçeyê.
(jêder: Hevbendî).