Komek ji hêzên Şoreşgerî li bajarê Sermeda û çend çalakvanên Şoreşger “Encûmena Serperiştiya Şoreşê li Bajarê Sermeda” damezirandin.
Agahnameya ji komê derçû dibêje: “Armanc ji evê damezirandinê komkirina hêzên Şoreşgerî yên li ser xakê kartêker in da pêvajoya şoreşa Sûriyê berdewam bikin.”
Artêşa Sûrî ya azad Endamên Esed yên li ser pirbenda Qiyasat li Herêma Gundê Idlib bombebaran kirin. Li beraber jî firokên Esed bajarê Mi´eret Elnuman li Gundewarê Idlibê bombebaran kirin û çend birîndar ketin.
Herweha firokên cengî yên rêjîma Esed êrîşên asmanî dan ser Gundê Loze li Herêma Gundê Idlib çend birîndar ketin ew avêtin nexweşxaneyeke Gorepanî da wan çareser bikin. Û bajarokê Loze li Herêma Gundê Idlib ket ber bombebarana topên giran ji aliyê hêzên Esed bê ko tu nûçe li ser kuştiyan hebin.
Jêder: Hevbendî+Komîtên Hevrêz