Artêşa Azad navendên hêza Esed li bajarokê Esîla li gundewarê Hemayê bi mûşekên Gird armanc kir û di encamê de jimareyek ji serbazên Esed hatin kuştin û hin birîndar bûn. li aliyekî din firokên Esed êrîşên asîmanî birin ser bajarokê Xetab li Hemayê û di encamê de hin birîndar bûn û hin ziyanên madî li bajêr çêbûn, û herwiha gundê Elşîr li Hemayê rastî bermîlên teqîner hat û di encamê de gelek kes birîndar bûn û gelek avahiyên nişteciyan hatin wêran kirin, di heman demê de bajarê KeferZêta li Hemayê rastî mûşekên Esed hat û di encamê de hin kes birîndar bûn û birînên hinan ji wan giran in. Herweha hêzên Esed gundê Eldelak li Hemayê gulebaran kir û bû egera hin ziyanên madî.
Jêder: Hevbendî+ Komîteyên Hevrêziyê.