Artêşa Azad çar rêbendên hêzên Esed li bajarokê Ras Elme’era li gundewarê Şamê wêran kirin û dest danî li ser çekên wan, piştî şer û pevçûnên dijwar di navbera herdu aliyan de ku hin ji serbazên Esed hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, herweha li herdu Navçeyên El’ebasiyîn û Elzebletanî li Şamê şer û pevçûnên dijwar qewimîn di navbera Artêşa Azad û hêzên Esed de, û herwiha li taxa Cober jî şerek derket di navera herdu aliyan de û di encamê de hin serbazên Esed hatin kuştin û hin birîndar bûn. û 3 sivîl şehîd bûn, ji encama topbarankirina hêzên Esed navçeya Elmerc li gundewarê Şamê bi çekên giran, û herwiha firokên Esed êrîş birin li ser herdu bajarokên Himoriya û E’rbîn li gundewarê Şamê û di encamê de hin kes birîndar bûn, di heman demê de hêzên Esed taxa Berzê û taxa Elmeydan bi tank û hawinan topbaran kirin, herwiha Bajarê Dûma li gundewarê Şamê rastî topbaranê hat ji aliyê hêzên Esed ve.
(jêder:Hevbendî+ Komîteyên Hemahengiyê)