Artêşa Sûrî ya Azad dest danî ser sê rêbendên leşkerî û 15 leşkerên Alesed kuştin û hin jî dîl kirin, piştî pevçûnên tund di navbera wan de çê bûn li bajarokê Qemhana li Hemayê, herweha Artêşa Azad çend Cîgehên Hêzên Alesed Mûşek avêtin Gundê Arzê li Hemayê bi Mûşekên Girad û hejmarek ji wan Birîndar kirin. Beraber wê jî Firokên Alesed Bermîlên Teqînner bi ser Gundê Xetab li Hemayê avêtin û hejmarek Birîndar li pey xwe hiştin, û Hêzên Alesed bi Topên giran Bajarê Morik û Bajarê Hilfaya li Hemayê topbaran kirin. Her weha bajarê Hilfaya bi Mûşekên Goşî û Topên giran topbaran kirin ,di encamê de hejmarek Birîndar bûn, Jin û Zarok jî di nav wan de hebûn.
Jêder: Hevbendî û Komîtên Hevrêz