Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî Albehra, soz da Penaberên Sûrî dema Şandeyeke Hevbendiyê bi Serokatiya wî seredana Kampên Penaberên li turkyê kir û got: “Emê bi evê seredanê tenê bes nekin, lê em soza guherîneke yekser û diyar û di demeke nêzîk de didin we, û emê Komîteyeke taybet ji Hevbendiya Niştimanî çê bikin, delameta wê ya bingehîn danûstandina bi we re be, da daxwaz û hewcedariyên we ji nêz ve bişopînin û hemû arîşeyên we biguhêzin Dewleta Mazûvan û hem ji bo Karsparteya Bilind Ya Penaberan, ji bo pêkanîna wan daxwazan di vê dema aloz ya demikî ya Sûrî tê re dibûrin.”
Albehra berdewam kir: Ev Komîte dê rêxwendin û vekolînan ji hemî rewşan re bike, da rewşa Penaberan bi alîkariya Netewên Yekbûyî û Rêkxistinên Navnetewî bê serastkirin, eger em nikaribin bi tena xwe pirsgirêkan çareser bikin.”
Herweha Albehra tekez kir di dema ko seredana Birîndaran kir li Nexweşxaneyên Gorepanî li Şaredariyên li ser Sînor bi Turkyê re got: Beraberiyên himber me mezin in û metirsî li dor me jî hene ji hemû aliyan ve, lê em sozê didin we qonaxa dahatî navûnîşana wê dê guhertin be, û emê giraniya kar berdin ser vegera me tevan bo sûrya bi azadî û serbilindî.”
Albehra tekez kir ko serkeftin tê bi samana yek demjimarê, û bawerî bi viyana gelan û karê wan ji bo avakirina Dewleta Azadî, Dîmuqratî û Desthilatdariya piralî , ewê hişt ko heta nuha ew di rûyê Bermîlên Teqîner de yên ko rojane bidehên sivîlan dikujin, û zarokan ji himbêzên dayikan direvînin rawestin.
Lê tevlî aloziya rewşê û tarîbûna rê pêdivî ye ko em dilsar nebin, serkeftin dê her bê, çimkî xwedîmaf bêguman dê serbikeve, viyana miletan di dîrokê de tekez kiriye ko di cengê de ew çeka herî bihêz e”.
Hevbendiyê bi du Şandeyan di seredana Kampan de beşdar bû, seredana Kampa Efserên Sûrî, û Kampa Altonozo û Bexşîn û Çaksaziya Penaberên Sûrî, û Nexweşxaneya Zankoyê ya ko Birîndarên Sûrî lê hene.
Ev seredan beşek ji zincîreke seredanan e ko Hevbendiyê li Dewletên cîran Tirkiyê, Libnan, Urdun û Îraqê dest pê kiriye, bi amanca hevpariya xweşî û nexweşiyê û bûrandina hinek dem bi Penaberan re, wek gaveke pêşin ji bo hevrêziyê berû kareke mezintir, li gora gotina Şandeya Hevbendiyê.
Serdana Emîndarê giştî yê Hevbendiyê Nesir Alherîrî digel Şandeyeke Hevbendiyê Kampa Ze´iterî ya Penaberên Sûrî li Urdinê.
Şandeyê di destpêka seredana xwe de berê xwe da zarokan û diyarî li wan belav kirin bi alîkariya hinek xwebexşanan. Di pey re Şandeyê seredana hin Çadir û Kerevanan kirin da li wan guhdarî bikin û derdên wan binasin. Di pey re çûn Bajarê Remta nêzîk sînorê Sûrî- Urdinî da seredana Goristana Şehîdan bikin û Sûretê Alfatiha li ser rewanê wan bixwînin, Şandeyê bi seredana Malaekê Birîndaran li Remta seredana xwe bidawî kir.
Jêder: Hevbendî