Artêşa azad ragihand ku wan li gindê xetab li derdorên hema ji bakur ve hejmarek baregeh ji bin destê hêzên Esed derxistine,di wî şerî de 13 serbazên Elesed hatin kuştin. herwiha rehba Serbazî û rêbendên(bendava rûbarê Elsarot, Beyt Xezal,Wadî Elnahora,Beyt Beşîr) li derdora bajarokê Xetab li gundewarê Hemayê control kirin.û li bajarok Rihba Xetab, şervanên artêşa azad du tankên rêjîmê û maşîneka serbazî têk birin, û tankek li başûrê bajarê Morik têk birin bi mûşekekên (Taw) û yeke dîtir dijmertalan. û li beramber hêzên rêjîmê bi tankan zeviyên bajarokê Xetab topbarankirin, ji rêbenda Elnehil, bê ku ziyan çêbibin, û duhî şervanên “aniya Islamî” karîn hilîkopterkê têk bibin û heft serbazên Elesd bikujin, ji encama armanckirina Firokxaneya Hemayê ya serbazî, bi Mûşekên (Xirad). Herwiha artêşa azad rêbenda Xenêzîr li gundewarê Hemayê kontrol kir û jimareyek ji serbazên Elesed kuştin. Herwiha jimareyek ji serbazên Elesed hatin kuştin ji encama armanckirina artêşa azad komelgehên wan li herdu gundên Elrebîha û Erza.
Jêder: (Hevbendî+Smart)