Artêşa Azad jimareyek ji serbazên Esed kuştin, di pevçûnan de li nêzîk gundê Ezîza li gundewarê başûrê Helebê. Ku şerên dijwar qewimîn di navbera şervanên “Hereket Hezim” ya ser bi artêşa azad û serbazên Esed de, dema serbazên Esed hewldidan derbasî gundê navborî bibin, û têde sê serbaz hatin kuştin, herwiha artêşa azad komlegeheka hêzên Esed li Seyf Eldewla bi topên Cehenem armanc kir. Herwiha hêzên Esed bi firokên cengî û bi reşaşên giran bajarokê kefir Hemra li gundewarê bakur û taxa Elşehar li Helebê bombebaran kirin, û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ketin.
Jêder: Hevbendî + Semart