Şeş sivîl di nav wan de sê zarok şehîd ketin ji egera avêtina firokên Elesed bermîleka teqîner li ser bazarê bajarê Casim li Derha, herwiha sê sivîl şehîd bûn û çendek birîndar ketin ji egera gullebarana herdu bajarokên Elmilêha Elşerqiya û Nahita bi gulleyên dijî firokan. Herwiha Busra Elherîr li gundewarê Deri´a tûşî gullebarandinê bû bi topên giran ji lîwayê 12ê, bû egera birîndarbûna çend kesan. Ji aliyek din ve şerekî giran derket di navbera şervanên Artêşa Azad û serbazên rêjîma Elesed , li bajarê Newa li Deri´a, hevdem digel avêtina firokên cengî bêhtir ji 4 bermîlên teqîner li ser bajêr.
Jêder: (Hevbendî+Semart)