Roja Sêşemê li Enqera paytexta Turkyê, desteya Serokayetiya Hevbendiya Nîştimaniya Sûriyê digel Ehmed Oxlo wezîrê derve yê Turkya re civiya, û herdu aliyan bi hevre barudoxên Siyasî û yên meydanî gengeşe kirin, herwiha rewşa penaberên Sûrî yên li Turkyê û karê hikûmeta Turkyê di warê hêsankirinan jiyana wan ket di rojeva kombûnê de.
Oxlo,di civînê de tekezî kir ser rijdiya hikûmeta turkiyê, di berdewamiya piştevaniya Hevbendiyê û hêsankirina tevgera wê û pêşkêşkirina hemî alîkariyan bo Sûriyan da van kawdanên sext û zehmet derbas bikin, û bi taybetî derbarî avakirina kampên nû bo penaberên Sûrî yên xanî û malên xwe li paş xwe hiştine û bêwar dijîn, û herwiha damezrandina komîteyan ji bo şopandina karubarên Sûrî yên li Turkyê dijîn, hat gotubêjkirin.
Jêder: Hevbendî