ji encama bombebarana li ser bajarokê Zakiya li Şamê bi Topên giran pênc şehîd û bi dehan Birîndar ketin, herweha Hêzên Rêjîma Alesed bajarê Dareya li Derdorên Şamê bi Top û êrîşên asîmanî bombebaran kir.
Di encamê de çend Birîndar ketin, û Firokên Rêjîmê çar Bermîlên teqîner avêtin ser Bajarokê Diroşa li Xota Şamê, di encamê çend Birîndar ketin û rewşa hinan ji wan di metirsiyê de ye, hem jî wêraniyek mezin di avaniyan de çê kir. Herweha Firokên Alesed derdorê Bajarê Almilêha bombebaran kir digel bombebareneke Topên giran. Herweha bajarê Zibdîn li Devergundê Şamê bi çar êrîşên asîmanî bombebaran kir di encamê de hinek Birîndar ketin.
Jêder: Hevbendî û Komîta Hevrêz