Encûmenê Nûneran yê Emerîkî bi tevayî, projeya yasaya ko sizayan biçesipîne li ser Bankên Biyanî ji nav wan jî Bankên Navendî û hinên din ji Dezgehên darayî yên ko piştgiriyê didin Hizbullah ya tîrorist pejirand.
Herweha Encûmen bi tevayiya dengan Yasaya ko sizayên Darayî yên ko danîne ser Çeteyên Hizbullah berfireh bibin pesend kir, û Desthilatiyeke bêtir dide Gencîneya Amerîkî da peydeçûna Bankên Biyanî bike, ji nav wan jî Bankin Navendî danûstandinê bi Hizbullah re dikin ya ko Amerîka sala 1995an ew wek rêkxistineke tîrorist binav kiriye.
Serokê Komîta Karûbarê Derve di Encûmenê Nûneran Îd Royis berî dengdanê got ko: “Projeyê Yasaya ko palê dide ser sizayên ko berê li ser Hizbullah in, lê giring e bêtir hûrbînî bibe li ser pereyên ko jê re tên bi taybetî yên ji Derveyî Libnanê”
Weha berdewm kir :ev sizayên Amerîkî dê beşdariyê di danîna sînorekî li pêşiya belavbûna Çeteyên Hizbullah li cîhanê bikin. û tekez kir “pêwîste em bi hûrbînî rewşa Şervanên Hizbullah yên li Sûriyê hejmara wan digihê pênc hezaran bişopînin, herweha hûrbînî bibe li qaçaxiya Bencekan hem jî Spîkirina Diravan li gelek cihên nêvdewletî, hem jî bidestxistina Hizbullah ji sîstemên Mûşekên pêşketî re”
Hêjayî gotinê ye ko projeyê Serokê Amerîkî yê ko Partiya Hizbullah wekû Rêkxistineke ko qaçaxiya Bencekan dike dinirxîne, herweha ev projeyê Yasayê dê Partiya Hizbullah wek Partiyeke tawankar binav bike, eve jî dê rê li ber Fermanberiya Amerîkî veke ko têwirdanê beraber çalakiyên Hizbullah bike ya ko tawanbar e bi Spîkirina Diravan û qaçaxiya berhemên sexte.
Jêder: Elşerq Elewset