Hêzên Esed yên li ser çiyayê Dêrazorê, taxa Ebû Abid bi hawinan gulebaran kir, ku bû sedema şehîdbûna zarokekî û birîndarbûna hejmarek ji sivîlan, û herweha ji encama gulebarana Taxa Elhemîdiyê li bajêr bi heman şêweyî, hin sivîl birîndar bûn, û pira Siysiyê jî rastî heman gulebaranê hat lê bê ziyan derbas bû. her di heman mijarê de, firokên Esed êrîşî bajarokê Elhewayic yê li gundewarê Dêrazorê kir û di encamê de hin sivîl bûn qurbanî, û herwiha riya di navbera Elmeyadîn û bajarokê Zibiyan de bi du êrîşên asîsmanî hat armanc kirin, hevdem bû digel êrîşên asîmanî yên firokên rêjîmê li ser herdu gundên Hitla û Elhisêniya li gundewarê rojavayî Dêrazorê. ji aliyekî din ajansa Smart ragihand ku duhî li Şamê welatiyekî sivîl ji Dêrazorê jiyana xwe ji dest da di girtîgehên rêjîmê de. tevlî wiha rêxistina DAIŞ ya terorist, berdewam e bi sepandina zagonên xwe li ser deverên kontrol dike yên dûr ji armancên firokên Esed.
Jêder: Hevbendî + Semart+ Şam.