Duhî koçka Sipî da zanîn ku hîç hemahengiyek bi rêjîma Esed re nîne di şerê dijî rêxistina DAIŞ li Sûriyê, û hin berpirsên rêveberiya Emerîka dan zanîn ku firokên wan bi hin derketinên çavdêrî û agahîanînê rabûne li ser asmanê Sûriya yê, bi armanca amadekariyan bo lêdana bargeh û pêgehên DAIŞ di Sûriya de. Herwiha peyvdarê Koçka Sipî Coş Eyrînst got “di dema niha de me hîç pirojeyekî hemahengiyê bi rêjîma Esed re nîne bo rûbirûbûna gefa DAIŞ”. ji aliyekî din , hin berpirsên koçka Sipî bo ajansa “Asoşiyêtd pirês” diyarkirin ku firokên wan hin rabûnên asmanî yên agahîxwaz pêk anîne li ser Sûriya, piştî pejrandina serok Obama. Hêjayî gotinê ye ku peyvdara Encûmena Ewlekariya Netewî ya koçka Sipî Kîtlîn Haydîn got:” Em li ser doseyên hewlageriyê û operrasyonan tiştekî nabêjin lê emê hemû alavên berdest li dijî DAIŞ di Sûriya de bi kar bînin”. Herwiha û di heman mijarê de û piştî weşandina wêneyekî vîdiyoyî li ser serjêkirina rojnamevanê Emerîkî Cîmis Folî li ser destê DAIŞ, ya kirî wek bersivdanekê li ser lêdana waşinton bi derbên asmanî li ser baregehên rêxistina navborî li bakurê Êraqê,ku Obama soz da bi şopandin û dûvçûna rêxistina DAIŞ û amaje kir ku ” birîna penceşêra dewleta Îslamî wê ne bilez û hesanî be”, û got ku :”Emerîka ji bîr nake, raste bihina me fereye û sebera me heye, lê dadwerî wê bête bicihkirin”.
Jêder: Elheyat