Agahnameyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî
27ê Tebaxa2014z
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî
27ê Tebaxa2014z
Hevbendiya Niştimanî Sûrî ragihandina agirbesta demdirêj li Qita´h Xeza di nav herdû aliyan de bi erênî pêşwazî dike. û pîrozbahiya gelê felestînê dike li ser bidawîanîna dorpêça li ser Qita´h li gor di rêkeftina agirbestê de hatiye, her weha di rêkefinê de hatiye ku derwazên di nav Qita´h Xeza û deverên din yê dagîrkirî ji Felestînê jî vebin, û avakirina deverên wêranbûyî ji encama topbarana dagîrkeran, di riya rêvekirinê li pêş derbasbûna keresteyên avakirinê û hewarçûnê.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku çareseriya siyasî pêk nedihat eger biryarên rasteqîne û birî nehatibana standin, ku aliyê destdirêjker neçar kir da bombebarana sivîlan rawestîne û dorpêça li ser wan veke li gor zagonên navdewlwtî û mirovahî.
Ew destdirêjiya dawî li ser Xeza diyar kir ku gelê Sûriyê û yê Felestînê ji bo kêşeyeke hevbeş têdikoşin, û herû rûberûtiya du dijminan dikin ku salixên wan yê xwînrijiyê yek in, û rêbaza topbarana û dorpêçkirina sivîlên bêçek dişopînin, ji bo viyan û moralên wan bişkînin, xweragirî û serkeftina Filestîniyan piştgiriyek dan gelê sûrî ku baweriya wan xurt kirin bi nêzîkbûna serkeftina wan jî.
Hevbendî daxwaza bihêzkirina kar dike, ji bo zûkirina derbasbûna alîkariyên mirovî yên pêwîst ji bo kesên ziyan li wan hatiye kirin ji encama topbarana pêncî rojî, û avakirina deverên wêranbûyî ji bo vegerandina aramiya Qita´h, herûher Hevbendî dixwaze asayî vegere Felestînê, û baweriya xwe tekez dike ku wê gelê Felestînê azadiya xwe bidest bixe û dagîrkerî wê bi dawî bê ji ser tevaya xaka Felestînê.
Dilovaniya Xweda Ji Şehîdan Re
Saxîbûn Bo Birîndaran
Azadî Ji Girtiyan Re
Serfirazî Û Azadî Ji Sûriyan Re.
Bijî Sûriya.