Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Enes Elebde tekez kir ko: “Raporta Komîta peyketina Rastiyan ya bi ser Netewên Yekbûyî ve ya ko îro derketiye eşkere dide xuya kirin ko Rêjîma Elesed bi hemû cûreyên çekan yên qedexe û neqedexe di kuştina rêbazkirî ya Sivîlan de berdewam e ”
Elebde di axaftinekê de ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê re da xuyakirin ko: “Raport, tekezkirin bû ji destnîşankirina Hevbendiyê ya berê re, ko Rêjîma Elesed Tawankarekî Cengê ye, ewî tenê ev mûşekên Palistî li dijî Sivîlan bikar anîne, û ew yek ji hindikên Rêjîmên ko Çekên Kîmawî yên li cîhanê qedexe ne jî bikar anîne.”
Û li ser Raportê ya tekez kiriye ko Rêjîma Elesed heşt êrîş di Nîsan û Gulana buhurî de bi Çekên Kîmawî li Rojavayê Sûriyê pêk anîne, Elebde li ser zêdegaviyên Rêjîma Elesed û Rêkxistina “Daişê” got: “Ev mijar tekez dike ko Rêjîma Elesed ew Jêderê tiroristiyê li Sûriyê û li Herêmê ye, ne tenê wilo jî belê ew jehra tundrewiyê li Herêmê û Cîhanê tevî belav dike”
Herweha pêde çû “Nabe ko em li evê Rêjîmê binerin ko ew şerê tiroristiyê dike, lê belê ew jêderekî resen yê tiroristiyê ye.” Endamê Desteya Siyasî şirove kir ko: “Rêkxistina Daişê li Civaka Sûrî Havî û awarte ye û sal û nîvek, li ser tiroristiya wê derbas nebûye, lê belê metirsiya bingehîn ya Rêjîma Elesed e ya ko ev bûye bêtir ji 40 salan li ser sînga milet rûniştiye.
û bi evê Sûrî beraberiya metirsiyeke nû û nepêşbînkirî ji aliyê Daişê ve û metirsiyeke berdewam û kevin ya Rêjîma Elesed û hîç nabe ko miletê Sûrî bi tena xwe beraberiya evan her du metirsiyan bike, lê belê gerek e viyaneke siyasî rastîn li bal Civaka Navnetewî hebe, da beraberiya her du metirsiyan bikin.”
Dîsa Elebde tekez kir eger rê li jêderê tiroristiyê anko Rêjîma Elesed neyê girtin, tu caran siyaseta têkbirina tiroristiyê biser nakeve.
Herweha Elebde dît ko: “Ev Encamên vekolîna navnetewî gerek amadekirinek be ji bo viyaneke Navnetewî rastîn ji bo alîkariya Hevbendiya Niştimanî Sûrî û Gel bi giştî bibe, da karibin beraberiya her du metirsiyan (Daiş û Jêderê wê Rêjîm) bikin. ”
Jêder: Hevbendî