Îroj nîvro şoreşgeran ragihandin ku piştî cenga ” Soza Heqiyê ” ku çend yekîneyên Artêşa Azad ya Sûrî li Qunêtra Tê de beşdar dibin, dest bi temamî danîn ser deriyê navbera Qunêtra û Colana dagîrkirî, ev yek tê bi wateya destdnîna seranserî hêla sînorî di navbera Qunêtra û Colana dagîrkirî.
Herweha Artêş Azad li gor toreya Şam dest danî ser ” Til Kirûm” û gundê” Elrewadî” yê nêzî derî, di perçeyê parêzgehê yê navîn piştî şerin dijwar bi serbazên Esed re.
Di heman mijarê de, şerin dijwar di navbera hêzên Esed û şoreşgeran de li bajarokê ” Ciba” nêzî benê sînorî bi Colana dagîrkirî re li gundewarê Qunêtra lidar ketin. Herweha ji ber ketina bumbeyên topên Esed li ser herêmên ku Israîl dagîr kirine li girê Colan agirin dijwar pê ketin.
Hindek beş ji Artêşa Azad, duh sêşembê destpêka cenga ” Soza Heqiyê ” bi armanca destdanîna ser sê cihan ji yên hêzên Esed li perçeyê başûr li parêzgeha Qunêtra ragihandin.
Di daxuyaniya ku ” Eniya şoreşgerên Sûriyayê ” weşandibû hat ku gelek beş ji Artêşa Azad dest bi cenga ” Soza Heqiyê ” ji bo destserdana Qunêtra wêran û deriyê Qunêtra dagîrkirî kirine.
Jêder: hevbendî+ Ajansin cuda.