Rêvebiriya Tendurustiya Şam û gundewarên wê ya di hikûmeta demkî de
bi wezareta tendurustiyê ve (Beşê Xûta Rojhilat) girêdayî ye kurtedanasînek li ser kar û xizmetên xwe yên tendurustî ji xelkên devera Xûta Rojhilat re ku 24saetan berdewam e di riya nivîsgeha xwe ya tenduristî û nexweşxaneya “Merc” ya Meydanî û xaleyên tendurustî ku pê ve girêdayî ne pêşkêş kir.
Nivîsgeha tendurustî ya devera ” Elmerc” dest nîşan kir:” Ew birînên cuda, yên sivik, orte, û kûr derman dike, û birînkariyan li gor karînên xwe yên di nav destan de pêk tîne, herweha dermankirinên normal, dermankirina nexweşên nexweşiyên vegir mîna Tîfo û Sorikan, û dermankirina nexweşiyên Normal wek navçûnê ku sedema wê Veyrûsin ji ber kêmbûna ava paqij bi sedema dorpêçkirina rejîma Esed li ser xelkê ferz kiriye,û herweha xwarina xwarinên genî ji ber qutbûna electrîkê ya berdewam û kêmbûna sûtemeniyê xurt dibin.
Jêder: Hikûmeta Demkî – Hevbendî.