Desthilata Sûrî ya Demkî roja Şemiyê agahnameyek belav kir, ji miletê Tirk û Serperiştên wan xwest ko şaşitiyên hin nebaşan nekin guneh û sûcê hemû Penaberên Sûrî yên ko li Tirkiyê dimînin.
Û ji bo bûyera tund ya ko di navbera hin penaberên Sûrî û birayên Tirk de çê bû mixabiniya xwe da xuyakirin.
Desthilatê di agahnameya xwe de bal kişand ser keysanîna Elesd ji rewşa Penaberan ji bo sorkirina Miletên Dewletên Mêvandar li dijî şoreşa Miletê ku doza azadiya xwe û ruxandina rijêma setemkar dike .
Herweha hişyarî da ko kesên xerab li her cihî û her serdemê hene û ji serperiştiya Tirkî xwest ko xelkê xwe bixwaze ku bîna xwe fireh bikin, û ew bîntengiya ku bi sedema hin kesên ziyankar yên ko nûnerîtiya gelê Sûrî nakin sivik bike.
Jêder: Desthilsta Sûrî ya Demkî