Li gora acansa Simart li Bajarokê Hemûriyê li Xûta Rojhilat 10 kes şehîd ketin û bêtir ji 50 birîndar bûn.
Û çalakvanan ji Hemûriyê gotin ko Firokên Cengî yên Rêjîma Beşar 5 êrîş dane ser taxên niştecihan, di encamê de bidehan bûn qurbanî û yên birîndar berbi nexweşxaneyan hatin guhastin, jêderên bijîşkî gotin ko dibe hejmara kuştiyan bêtir bibe çimkî birînên wan kûr in.
Bi dehan birîndar gihan Nexweşxaneyên gorepanî tev ko pêdiviyên bijîşkî pir kêm in, û bajarok rojane bombebaran dibe û li Gundewarê Şamê jî topên lîwayê 104(Zêrevanên Komarî) Gundê kefîr Elzeyt li Herêma Newala Bereda amanc kir.
Di wê hingê de jî pevçûn di navbera Şoreşgeran û hêzên Esed de li bajarokê Elduxaniye li Gundewarê Şamê çê bû, herweha Firokên cengê êrîşên xwe pir kirin li ser Cober û bajarê Edra Elbeled û bajarokê Elduxaniye, û Şoreşger li hemder Firokan bi topa L 23 li ber xwe didin.
Jêder: Hevbendî