Firokên Esed êrîş birin ser taxa Bab Elneyreb li Helebê û di encamê de hejmarek şehîd û bi dehan birîndar ketin, û herwiha êrîş kirin ser Zankoya Elîtîhad li bajarê Minbicê li gundewarê Helebê û di encamê de hin kes birîndar bûn. Di dema ku firokên Esed bajarê E’zazê li Helebê bi mûşekek valahî armanc kir ku bi dehan birîndar ketin.û herwiha firokên Esed 10 bermîlên teqîner avêtin li ser taxên Elşe’ar, riya Babê, Bab Elhedîd û bajarê Babê li Helebê, û di encamê de hin birîndar ketin û gelek avahî têkçûn û wêran bûn. Hevdem bû digel avêtina bermîlên teqîner li ser herdu taxên Mesakin Henano û taxa Elsaxûr li helebê ku ziyan bi tenê madî bûn. li aliyekî din şer û pevçûnên dijwar qewimîn di navbera şervanên artêşa Azad û serbazên Esed de li aniya Bustan paşa li Helebê.
(jêder:Hevbendî+ Komîteyên Hemahengiyê).