3 zarokan ji yek xêzanê jiyana xwe jidest dan û çendekî din birîndar bûn, ji encama pêkanîna çar êrîşên asmanî yên hêzên Esed li ser taxa Elhimêdiya li Dêrazorê ya ku di bin kontrola DAiŞ de. herwiha hin çalakvanan danzanîn ku firokên Esed êrîş birin li ser bajar û bajarokên rojhilat û rojavayê Drazorê û di encama wan êrîşan de hin ziyanên giyanî li nav sivîlan de ketine û gelek ziyanên madî li saman û xaniyên nişteciyan wan navçeyan ketin. herwiha îro, piştî nîvro li gundewarê Dêazorê, 7 sivîl şehîd bûn ji encama êrîşeka asmanî, hevdem û li gor tora Şam,ku li bajarokê Sibîxan 11 sivîl şehîd ketin û di nav wan de hin zarok jî hene, û herwiha Tora Şam ragihand ku ” li beyaniya îro, firokên Esed êrîşek li ser dibîstenekê pêk anî ku têde hin penaber ji bajarokê Ebû Herdûb niştecê bibûn”. herwiha li bajarokê Elxerîta kesekî jiyana xwe jidest da ji encama êrîşeka asmanî li ser heman bajarokî, têzanîn ku rêjîma Esed di van rojên dawiyê de êrîşên xwe yên asmanî li ser parêzgeha Dêrazorê zêdekirina ku bûye egera kuştina bidehên hevwelatiyan.
(Jêder: Hevbendî +Ajans)