Wezîrên derve yên Ereb tekez kirin li ser ” bicihênana hemû karên pêwîst bo rûbirûbûna rêxistina DAIŞ ê, û hevkariyê li gel hemû hewl û bizavên navnetewî û yên herêmî û yên xocihî bo dijayetiya girûpên tundrew”. herwiha li duhî,roja yekşemê wezîrên Ereb li li Qahîre di dawiya civîna xwe de,daxuyaniyek dan û di biryarekê de, palpiştiya xwe ragihandin bo biryara Encûmena Ewlekariya navdewletî ya di heyva bûrî de hatî têperandin derketî ya ku daxwaz ji welatên endam kir bi ragirtina alîkariya lojistî û ya leşkerî û ya diravî bo tundrewên li Îraq û Sûriyê. herwiha têkista biryarê tekezî kir li ser “ziwakirin çavkaniyên terorê” û li ser pêwîstiya çareserkirina ” sedem û baredoxên” belavbûna vê diyardeyê. Lê di biryarê de hîç amaje nehatiye li ser daxwaza serokê Amerîka Barak Obama bo avakirina hevpeymaniyekê li dijî rêxistina “DAIŞ”ê, û li gor jêderekî berpirs di komkara Erebî de behsa pirojeyekî destpêkî hatiye kirin bo ” Hemahengiya bi Amerîka re bo rûbirûbûna DAIŞê”. Lê Nebîl Erebî dazanîn ku ” hevkariya navdewletî di têkista biryarê de hatiye û got ” hevkariya navdewletî tekestkirî yr” di biryarê de. lê di heman biryarê de hîç wirdekariyek nehatiye bo destnîşankirina karên hatîn skirin di vê mijarê de. herwiha Elerebî biryara navborî bi (giring) dazanîn ji ber ku “biryara bi rûbirûbûn û berhingariya terorê ye”. têzanîn ku duhî û li miyanê rûniştina destpêkî ya Civîna wezîrên Ereb de li Qahîre, Emîndarê giştiyê Komkara Erebî, daxwaz kir bo deranîna biryareka ” zelal û birî bo rûbirûbûneka sertaserî ya leşkerî û siyasî” dijî terorê ya ku îro rêxistina DAIŞê nûneretiya wê dike, û herwiha daxwaza çalakirina rêkeftina bergiriya Erbiya hevbeş kir. têzanîn ku di miyanê kombûna wezîrên Ereb de, Con kêrî wezîrê derve yê Amerîka di pêwendiyeka telefûnî de ligel Elerebî, behsa gefa rêxistina DAIŞ kir, û berpirsekî bilind di wezareta derve ya Amerîka de dazanîn ku Kêrî û Elerebî ” bi hevre rawestan li ser pêwîstiye standina Komkara Erebî û endamên wê helwîstekî zelal û bihêz li ser hevpeymaniya navdewletî ya tê avakirin bo rûbirûbûna rêxistina DAIŞ”. û dazanîn ku Elerebî û Kêrî ” bi hev re gotûbêj li ser giringiya rêgirtinê li pêş derbasbûna çekdarên bêgane bo nav refên DAIŞê û berhingariya perepêdana wê û dijayetiya propogenda ya ku xelkê sork gur dike.
(jêder: Elheyat).