Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Aliya Mensûr ji Desthilata Libnanî daxwaz kir “Giring e ko Penaberên Sûrî biparêzin û derfetê nedin hin aliyên Siyasî da hin beşên civakê bikin leşker ji xwe re li dijî ewlekariya civakî li Libnanê û Herêmê bi giştî û pîlanên xwe bicih bînin,”
Herweha destnîşan kir, hewldanên ko” Sûriyan wekû tirorist diyar bikin pîlana Hizbullah û hevalbenê wê Şepêla Ewn ji demekê ve ye, mixabin hinek din jî dest pê kirine bi wan re ketinê, ya ko çi penaberekî ko ji ber tawankariyên Esed reviyaye amanc dikin.”
Ji aliyekî dî ve Mensûr got ev “Bêserûberiya civakî ya ko îro Libnan têde ye, û bîn tengiya ku rojbiroj pir dibe, kir sûncê destwerdana Hizbullah di rewşa Sûriyê de, û ew kuştarên cengê yên ku bi tundî dijî gelê Sûriyê dike, bê ko xema bobelatên ko têne serê xelkê bixwe, û ev tiştê ko li Libnanê dibe gotina me tekez dike, û me berê û herdem jî hişyarî bi evê mijarê daye.”
Ji aliyekî dî ve, Endama Desteya Siyasî ji Kombendên ko Leşkerên Libnanî revandine xwest “ ko bi zûtirîn dem ewan berdin çimkî ev awa dûrî rewiştên Şoreşê ye, û tenê tevlihevî û kînê çê dike, yên ko Hizbullah wan li Herêmê xurt dike û tenê ew sûdeyê jê dibîne, çimkî ew tu guhdanê li yasayên navnetewî û piransîpên mafê mirovan nake.”
Û destnîşan kir ko “Ceng tu caran bi bal Libnanê de nayê guhastin, çimkî ew bi Rêjîma Esed û peyên wî re ye, û çi dijminatiyên nû pêk bên ewê di berjewendiya Esed û hevalbendên wî de bin.”
Jêder: Hevbendî