Şoreşgeran li gundewarên Qunêtra di cenga ” Elmuxîrati Subha” de dest danîn ser devera ” Xan Elhelabat” û ” Tel Elmal”. Ev dest danîna ser devera ” Xan Elhelabat” ya di navbera her du gundên ” Elhecce” û ” Elhara” de piştî şerin dijwar bi serbazên Esed re û di heman dema ku serbazên Esed gundê ” Meshera” û riya Eqreba – Nebih Elsexir li deverê topbaran dikirin de bû.
Bi operasyona destdanîna ser “Tel Elmal” Rûberûbûnek mîna wê jî li derdora Telê çêbû, û êrîş sarûxan ji Focê 137an ku serbazên Esed ber bi deverê de berdan.
Di heman mijarê de serbazên Esed asta êrîşên xwe yên sarûx û topan li ser eniya Başûrê Rojhilat û Rojhilatê perçeyê navîn li gundewarên Qunêtra, ku hemû şerên di navbera $oreşger û serbazên Esed de li wê derê lidar dikevin bilind kirin.
Jêder: Hevbendî- Smart.