Rêveberiya Serok Obama amadekariyan dike bo pêkanîna helmeta dijî rêxistina DAIŞ, ya ku wê li ser sê qonaxan bête encamdan, qonaxa pêşîn destpê kiriye bi operasyonên asîmanî li bakurê Îraqê ji bo parastina revenda Amerîkî, û qonaxa din dibe ku bête encamdan piştî pêkanîna hikûmeta Îraqî ya nû û berfereh ku hemû pêkhateyan bi xweve bigire, û di vê qonaxê de wê bizav bên kirin bo meşq û rahênana artêşa Îraqê û pêşmergeyan û amadekirina wan û pêşkêşkirina rawêjkariyan. Lê qonaxa dawiyê tundûtûjtirîn û dijwartirîn qonaxe û gelek gengeşeya siyasî li ser dibe, ku ew jî qonaxa jinavbirina rêxistina DAIŞê di baregeha wê ya bingehîn de li Sûryê. û li gor pisporinan ku ev hersê qonax bidawî nabin li pêş hatina rêveberiyeke Amerîkî ya nû. û bi baweriya hin pilandanerên wezareta bergiriya Amerîkî, goman dikin ku operasyonên leşkerî, bi kêmayî 36 heyan bidomînin. Herwiha Con Kêrî wezîrê derve yê Amerîka di heftiya bûrî de li civîna bilind ya Hevpeymaniya Bakurê Etlentîk(Nato) li bajarê Wêlizê, got :” dibe ku ev kar du salan dirêj bike, û heye sê salan jî bidomîne, lê em sûr û rijdin li ser encamdana wî”. herwiha pilandanerên leşkerî yên Amerîkî dibînin ku pêdiviya encamdana operasyonên asmînî yên Amerîkî li ser Sûriyê bi hevrêziyê ligel rêjîma Esed nîne, û tekez dikin ku hêzên Amerîkî dikarin bilez bergirya rêjîma Esed ya asmanî bişkînin û her radarekî sûrî bête bikaranîn wê cihê wî bête naskirin û li maweyê xulekan de wê bête lêdan.