Rêxistina “Daiş”, taxên bajarê Hesekê bi hawinan armanc kirin, sê guleyên hawin yek li nêzîk nexweşxaneya nîştimanî li taxa Ezîziyê ket û ya din li dibistana Ridwan Begarî ket û ya sisiyan li şeqama Yekîtiya Cotyaran ket, ko yek hat kuştin û hejmarek birîndar bûn. Herwiha taxa Salihiyê hat armancekirin ji bal çekdarên Daiş yên li gundê “Elhimr” başûrî Hesekê bi cih bûne, û hin ziyanên madî li pey xwe hiştin, û guleyeka topan li taxa Miftî ket û tê de jinek birîndar bû. bi heman şêweyî navçeya Kelasê, zeviyên Hibo û Serbazgeha Eltelaih,û goristana taxa Salihiyê gulebaran bûn bê tomarkirina Ziyanan, di dema ku hêzên Esed navçeya Elmîlebiyê başûrî Hesekê bi tankan gulebaran kir.
Jêder: Hevbendî + Semart