Hevbendiya Niştimanî Sûrî bombebarana bitewşî ya ko sivîlan amanc dike di agahnameyekê de pirotesto kir, ya ko heta nuha bi dehan kuştî û birîndar xistine, Hevbendî daxwaz dike ko dorpêç ji dor Taxê rabe û biryara Netewên Yekbûrî ya 2165 bicih bê, ya ko dihêle Alîkariyên Mirovî bê erêkirina Esed derbasî Herêmên dorpêçkirî bibin.
Herweha agahnameyê da xuyakirin ko “Xelkên Xwêran ji destpêka Şoreşê ve bi xwepêşandanên aştiyane li dijî Rêjîmê rabûn, wek hemû Parêzgehên Sûrî yên daxwaza azadî û rûmet û dîmuqrasiyê dikirin, û rawestandina kuştinê li parêzgehên serhildêr tevan, hêj Şoreşgerên Xwêran û xelkên wê di rûyê dorpêçê û bombebaranan de li ber xwe didin, piştî têkçûna hewldanên Rêjîmê û hevalbendên wê da rewanê Şoreşê di dil û hişê xelkên taxê yên Qehrman de bikujin.
Taxa Xwêran li Bajarê Hesekê ji demekê ve bi hemû cûreyên çekan yên sivik û giran û bi Firokên Cengî ji hêla Rêjîma Esed û Çeteyên hevalbendên wî li Herêmê bombebaran dibe, digel ku dorpêçeke tund li ser hemû buhêrkên taxê hatiye danîn, bi amanca birçîkirina xelkên sivîl da ji neçarî radest bibin.
Jêder: Hevbendî