Nexem Elxadirî Endama Hevbendiya Niştimanî Sûrî kuştara ko Rêjîma Esed di dermafê 16 kesan ji awareyên li Gundê Til Xezna li ser rêka Selemiyê li Hemayê pêk anî ku ji nav wan qurbaniyan zarokekî kêmendam û çar Jin hene şermezar kir .
Herweha Elxadirî salixa kuştarê weha anî ziman“Tawankariya rêbazkirî ya ko belgehên Mafê Mirovan diderîne.” Bêtir got: “Peydeçûna xelkên Bajarên awarebûyî yên ko Rêjîm dixwaze wêran bike, tenê ji ber ko bi aştiyane daxwaza rûxandina Rêjîmê kirin, ji raya giştî ya Navnetewî re dide xuyakirin ko Şoreşa Sûriyê gelî ye, eger pirsgirêka Esed wek ko behaneyê dike Çekdar bana, dê tenê ew Çekdarên ko berevaniya mirovên xwe dikin bikuştana.”
Lê belê peyketina xelkên sivîl ji Zarok û Jinan û serjêkirina wan bi kêran bi destê Hêzên Esed yên ewlekariyê, û piştguhkirina wî ji tiroristiya Daiş re û cîgehên leşkerî li Herêma Rojhilat ji Daiş re radestkirin, ji Cîhanê tevî re dide xuyakirin ko Şoreşa me Şoreşeke Gelî ye û hebûna Esed li ser bingeha tiroristiyê avakirî ye û tu caran aramî û hêminî ji Hevwelatiyên Sûrî re nayê eger Esed neyê ruxandin.
Tu çek neman ko Esed li dijî Sûriyan bikar neanî û Civaka Navnetewî ji hemû kiryarên wî bêdeng bû.”
Di dawiya axaftina xwe de Elxadirî ji Netewên Yekbûyî û Civaka Navnetewî xwest “Gerek karin lezgîn bibin ji bo sivîlên ko ji tawankariyên Esed reviyane û li bajarine din bicih bûne biparêzin.” Got eger rê li ber Esed di peydeçûna sivîlan de neyê girtin bi behaneya ev Şaneyên raketî ne, ev kar nayên pejirandin û li dijberî pirinsîpa mafê mirovan e.