Hêzên Esed li Herêmên ko di bin destên wan de di diziyê û talankirinê berdewam in, evê dawiyê bi taybetî li bajarê Hemayê bi behaneya lêgerînê heta bi telefonên mobîl jî ji xelkê didizin.
Çalakvanan li bajêr ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê re got ko “Çeteyên Esed li gelek Herêman Mobîlên nuh bi behaneya lêgerînê ji Xwedanê wan distînin, paşî wêneyekî Çekan dadixin ser bê ko ew haydar bibe.”
Bêtir gotin: “Li gora ewî wêneyî, Hêzên Rêjîmê dê ji Xwedanê Mobîl pirsan bikin û wî bitirsînin û gefa lê bixwin, paşî dê wî berdin lê dest deynin ser Mobîl an jî piştî Xwedanê wî bitirsînin jê didizin.”
Çalakvanan Tekez kir: “Hêzên Esed bi wilo tenê razî nabin ji bo tirsandina xelkê piştî nimêja Mexrib li dora Zîviranoka Elqeseb li Herêma Elqisûr li bajarê Hemayê, hûrbîniyê li ser Telefonê Bêrîkan dikin, û li modêlên wan dinerin û çi belge li ser wan hene, herweha ji bo tirsandinê li Nasnameyên Kesane jî dinêrin.”
Di heman çaxî de Hêzên Rêjîmê di lêgerîna Malan de berdewam in (anko diziya Kelûpelên Malan li Herêmên ko di bin destê wan de ne dikin) Çalakvanan got Turumbêleke mezin tije Kelûpelên diziyê bi 100 hezarê Sûrî li rexê bajarê Ciremana li Şamê li darî çavê xelkê tê firoştin.
Jêder: Hevbendî+Encûmena Şoreşê li Hemayê