Di komkujiyeka diltezên de, li bajarokê Zibdîn yê Derdorê Şamê,13 kes bûne qorbanî û bêhtir ji 100 kesê din birîndar bûn, di bombebaraneka hêzên Beşar Elesed li ser bajarokê navhatî bi mûşekeka zemîn-zemîn û bi gulleyên hawinê. û li Şama paytext, taxa Diwêliha û navçeya Elkebas, du şehîd û nêzîkî 18 birîndaran ketin, hevdem bû digel êrîşeka asîmanî ya berdewam li ser taxa Cober rojhilatê Şamê,û li gor tora Elşam; ku şoreşgeran bi rêka danîna kemînekê 50 serbazên hêza Beşar Elesd kuştin û di nav wan de efserek jî hebû, û herwiha dazanîn ku:”şoreşgêran kemîneka asê danîbûm nêzîkî dusayda di nav Şam û Sînorê Libnanê,ku Sê basên Hêzên Taybet armac kirin li derdora bajarokê Eldirêc li çîyayê Qelemon”. Hevdem bû digel pevçûnên berdewam di navbera hêzên Beşar Elesed û artêşa Azad de li derdora bajarokê Elmilêha li Xota Şerqî ya Şamê.
Jêder:(Hevbendî+komîteyên hemahengiyê+tora Şam).