Bi dehan ji hêzên Beşar Elesed hatin kuştin, di encama teqandina rêbenda Berxûs li ser riya Qisêr li gundewarê Humsê ji aliyê ketîbeyeke şervan ve, û li Humsê hêzên Esed yên li Kolîca Cengê bicih bûne bi mûşekên Grad deverên niştecihkirî bombebaran kirin,di dema ku bajarokê Telbîsê li derdora Humsê bi butlên teqîner dihat topbarankirin,û li Hemayê Navenda Ragihandinê berdwamiya pevçûnên tund di nav şoreşgeran û hêzên esed li bajarê Morik li derdorên Hemayê ji bakur ve ragihand, di dema berdewamiya avêtina bermîlên teqîner bi ser bajêr de û piraniya bajar û bajarokên gundewarê Hemayê, di heman demê de şervanin artêşa azad doh bi topan komên hêzên Elesed li balafirgeha hema ya leşkerî û gundê Erze topbaran kir, hêzên rijêmê jî ji aliyê xwe ve hejmarek ji gundên gundewarê Hemayê bi mûşekan topbaran kirin ji baregehên xwe yên li balafirgeha Hema ya leşkerî.
(jêder : hevbendî+smart)