Wezîrê derve yê Amêrika Con kêrî,rêjîma Esed şermezar kir û bi rêjîmek dirinde û hov û narewa dazanîn û nabe bergirî lê bê kirin ,ew berdewam e di tawana xwe de dijî gelê Sûriyê li jêr durişma«Mirin ji birçîna yan xwe radestkirin». û duhî Wezîrê derve yê Amêrika di yekemîn daxuyaniya xwe de got:˝rijîma Eerd nîv melyon Sûrî li Helebê difetisîne bi astengkirina veguhestina keresteyên xwarin û av û dermanan û avêtina bidehan bermîlên teqîner rojane bi ser bajêr de˝
Kêrî wisa diyar kir: ˝Sûrî di welatê xwe de tên serjêkirin bi dilreqî bi destê stemkarekî bêdilovanî ˝. û dîsa Kêrî dupat kir ku wîlayetên yekgirtî pabende bi dîtina çareseriyeka Siyasî ji rewşa Sûriyê re.û hêjayî gotinê ye; ku wilayetên yekgirtiyên Amêrika alîkariyeke mirovî dîtir kirye bi nirxê 378 milyon dolar bo qurbaniyên sivîl yên Sûriya, û li gor ragihandina Kêrî ku tişta li Sûriya diqewime «yek ji xirabtirîn qeyranên mirovî ye di dîroka nûjen de». û bi vê alîkariya niha nirxê alîkariya mirovî ya Waşinton pêşkêşkiriye geha «bêhtir ji 2.4 milyar dolar» ku terxankirî ye bo «nêzîkî 11 milyon Sûrî yên ku li ber xwe didin ji bo mirinê ruha bibin»
Jêder: Elşerq Elewset.