Adnan Hezûrî, Wezîrê Tenduristî di Desthilata Sûrî ya Demkî de tekez kir ko: Wezaret ji bo avakirina Nexweşxaneyeke nimûneyî û tekûz di bin Zemînê de li Parêzgehekê kar dike, bi alîkariya Kadirên Rêvebiriya Tenduristî û Encûmena Xwecihî , yên ko ji bo dabînkirina alavên kolan û avakirina nexweşxaneyê di Şikeftekê de beşdariyê dikin.
Hezûrî got: Amanc jê parastina Kadirên Bijîşkî yên Nexweşxaneyê ye, da nekevin bin metirsiyê, ji ber ko Rêjîma Elesed berdewam Nexweşxane û kadirên Bijîşkî amanc dike û wan dibîne wek dijminê yekem, Rêjîm rojane li Parêzgehan Nexweşxaneyan bombebaran dike, û tawana wî ya dawî ew bû ko di yekem roja Cejna rojiyê de, Navenda Bijîşkî ya Xota Rojhilat li Herêma Elmerc armanc kir, di encamê de Dektor Yasir Elcibawî(Taybetmendê Guhdana Pir), û Dektor Nûr Alcieydanî(Daniştî – Neştergeriya Giştî) bi vî karî Rêjîmê hemû peymanên Navnetewî yên doza cudakirina Tîmên Bijîşkan ji şer binpê kirin .
Hezûrî destnîşan kir ko: Hemû dewletên cihanê Nexweşxaneyan wek cihên bêalî dipejirînin, lê Rêjîma Elesed û ji destpêka Şoreşê de tirumbêlên firyadçûnê û firyadkar û nexweşxaneyên meydanî amanc dike ,ez dîdevanê amanckirina sê Nexweşxaneyên meydanî bûm, bi bombeyan ji Firokan û bi wê sedemê gelek qurbanî şehîd ketin.
Wezîrê Tenduristiyê dewam kir û got: Rêjîma Elesed bi dektorên girtî re yên ko rajeyên mirovî ji xelkê re pêşkêş kirine pir tund e, û gelek dektoran di bin êşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Hezûrî behsa karê wezaretê di çaksaziya ziyanên gihane Nexweşxaneyan bi bomberanê dike, an jî guhestina alavên nexweşxaneyên ko ziyan gihaye wan bo avahiyin din, tev kêmaniya karînên me.
Jêder: Hevbendî