Li gor tora Şam, ku hin ji şebîhayên Esed hatine kuştin û hinekî din birîndar bûne, di kemînekî de ku ji bal şoreşvanan ve hatibû vedan li gundê Om Cirên nêzîk firokxaneya Ebû Elzihûr ya serbazî li gundewarê Idlibê. Herwiha bajarê Seraqib, rastî êrîşeka bombe yên Goşiyî hat, di dema ku bajarê Mi’eret Elnu´iman li gundewarê başûrê Idlibê tûşî du êrîşan bû, û herwiha hêzên Beşar Esed bajarokê Korîn bi rokêtên tankan ji rêbenda M’iterim armanc kirin û du jin hatin birîndar kirin. herwiha gundên Mir’îyan û kefr Haya û Mi’ela tûşî gulebaranê hatin ji rêbendên hêzên Esed yên li derdora bajarê Erîha, bê gihandina ziyanan.
Jêder: Hevbendî +Smart).)