Duhî li bajarokê Eldixaniye, 17 serbazên Esed hatin kuştin di şer û pevçûnan de ligel şervanên Serkirdayetiya Leşkeriya Yekgirtî li Xota rojhilat. Herwiha nivîsîngeha bi ser serkirdayetiya navborî got; ku hejmarek ji serbazên Esed li bajarokê Eldixaniya bi dizî derbasî nav devera artêşa azad bûn, ku bû egera rûdana şer û pevçûnê di navbera herdu aliyan de, û li dawiyê hêzên rêjîmê vekişiyan, piştî ku 17 serbaz ji wan hatin kuştin ku yek ji wan bi pileya agîd bû. hêjayî gotinê ye ku; artêşa azad bêhtir ji heftiyekê ye bajarokê Eldixaniyê yê nêzîkî bajarokê Eyn Terma li Xûta rojhilat kontrol dike,herwiha rojane heman hêzên Esed bi hewla vegerandina wê, bi firokên şer û bi çekên giran êrîş dikin. li aliyekî din hêzên Esed hejmarek ciwanên taxa Elmeydan desteserkirin li herdu navçeyên “Mestebet S´ededîn, û Ebû Cebel”, piştî encamdana operasyoneka biserdegirtinê li navçeyê.
Jêder: Hevbendî + Smrat