Hevbendiya Niştimanî Sûrî lêkolîna encamên dawî ku rapora hikûmetê derbarê boblata derzîdana zarokan li Idlibê pê derket raspart komîtek lêpirsînê bi serokatiya razdarê giştî Nesr Elherîrî ku pirên wan ji serbixweyan e. bi sedema wê boblatê 30 zarokên Sûrî jiyana xwe ji dest dan. Herweha komît ji Cewad Ebû Xetîb serokê Komîta Tendirustî, Hişam Eldêrî rêvebirê bernameya derzîdanê li wezareta Tendirustî (berê)di hikûmeta Esed de, û parêzer Ebdilcelîl Elherîrî Neqîbê parêzerên Sûrî û Muhened Ebdilqadir razgirê komîta tendirustî di Hevbendiyê de pêk dihat. Komît bi pêşkêşkirina rapora dawî û tembîniyên wê ji bo desteya serokatî û siyasî di Hevbendiyê de di 25/9/2014an hat raspastin.
Rûniştinek lêpirsîna taybet bo serokê hikûmeta birêvebiriya kar û wezîrê tendirustiyê ji aliyê desteya serokatî û siyasî ve roja 25/9an bo lêkolîna encamên lêpirsînê hat terixandin. Nesr Elherîrî li ser rûpela xwe ya Facbookê gotibû: ” Hedan li min nabe ta ku ez mafê wan xunçeyên ku destê neguhdan û piştguhkirinê ew çinîn, wê çawa dilê bavekî birîndar ku ji zarokên xwe mehrûm û bêpar maye hedan lê were ta ku kujerê wan neyê girtin. Lêpirsîn berdewam e, em ê yên gunehkar pêşkêşî berpirsiyariyê bikin, em ê mafê zarokên xwe jê bistînin “.
Herîrî berdewam kir: ” Lê yê ku çavdêrî li li ser derzîdanê kir, û xwe ji bo vejîna giyanê jiyanê û şahiyê di dilê zarokê Sûrî ê ku ji aliyê rejîmeke tewş û xedar dorpêçkirî ye kir qurbanî, di helwesta we de dighêm, soz didim ez gunehkarê rastîn bişopînim. Dijwartirîn tişt ku tu xwe bixî bin metirsiyê bo jiyanê di laşê zarokan de vejîne, lê ji nişkave tu dibînî ku te derzîdana mirinê di wan de çand”.
Jêder: Hevbendî