Roja yekşemê 31-8-2014 demjimêr 12ê nîvro hêzên rêjîma Sûrî taxa Xiwêran topbarankirin û kesekî jiyana xwe ji dest da û du kes birîndarbûn.
Ji çiyayê Kewke hêzên rêjîmê taxa Xiwêran bi şêweyekî dijwar topbaran kir, û li gor peyaminêrê me yê li Hesekê, çekdarên Xiwêran zû li êrîşên rêjîmê vegerandin û çar topên hawin li ser navenda bajêr avêtin, ya yekemîn li kolana mizgefta mezin ket li hinber dermanxaneya Zubeydî û di encamê de mirovekî jiyana xwe ji destda û du birîndar ketin, û yên dîtir yek bi ser navenda bijîşkî de ket ya li kolana Qamişlo, û ya din bi ser norîngeha nojdariyê ya bijîşk Newroz Alûcî li kolana Filestîn de ket, û ya dawî li nêzî lîstikgeha bajêr de ket, bêyî ku em ziyanên çêbûyî zanibin, di encama hersê topan de, ji ber dorpêçkirina wê deverê ji hêla hêzên ewlekariya rêjîmê ve.طN’gihanojdariyê ya bijîşk mişlo, û ya din bi ser da bajêr. me li Hesekê, û ji hêla xwe ve çekdarên Xweyran li rêjîm
Ji hêlike din, xelkên taxa Xiwêran jê koçber dibin ji ber ku tax dorpêçkirî ye ji hêla hêzên Rêjîmê û Yekîneyên YPG yên ku bi ser partiya Yekitiya dîmuqrat PYD û hêzên bervaniya niştimanî yên naskirî bi navê (Rûgirtiyan).
Hêjayî gotinê ye ku rêjîma sûrî derfet daye çkdarên taxa Xiwêran ta roja duşemê demjmêr 12 nîvro ku rêbendên taxê radestî hêzên rêjîmê bikin bê şert û merc.
wêne: Erşîf
Jêde: Hevbendî