Leqine leşkerî damezirandina pêkhateke leşkerî bi navê “Feylqa Pêncan” û ala Serxwebûnê wek beyreq bo xwe ragihandin.
Û di agahnameya ko îro belav kirine de weha hat “ Kar wê di kevaleyeke leşkerî yekbûyî de be, û Encûmeneke laşkerî yê hevbeş dê serkêşiya wê bike, karûbarê wê yê serke rûxandina Rêjîmê ye û pêkanîna aramî û hêminiyê ji miletê Sûrî yê azad re ye.”
Herweha agahnameyê doz li “Hemû pêkhateyên leşkerî yên li ser xaka Sûriyê kar dikin kir, ku bibin yek û tevlîhev bibin ji bo karê hevbeş.”
Ew leqên leşkerî yên di agahnameyê de beşdar in ev in: Tîpa13, Tîpa 101 Peyade, Lîwayê yekê, Lîwayê Fursan Elheq, Lîwayê Siqûr Cebel Elzawiyê.
Ev kar pêk hat çaxê ko Cemal Marûf serperiştê aniya Şoreşgerên Sûriyê ragihand ku aniyê cengeke tund li dijî rêkxistina “Daişê” li Helebê destpê kiriye.
Got ko: “Aniya Şoreşgerên Sûriyê” li Bakur û Başûrê Sûriyê şer dike, bal kêşand ser “Lek û alayên Pakrewanên Sûriyê” ew jî leqek ji aniya “Şoreşgerên Sûriyê” ye, berê xwe daye ko destê xwe deyne ser Herêma Gundewaê Helebê paşî wê berê xwe bide Reqa û Herêmên ko di bin destê Daiş de ne.
Jêder: Hevbendî+Elerebiye